TR KU SO
FB X
Cîhan

Îlham Ehmed: Me neçar dihêlin ku em sînorên xwe…

Admin S
Nivîskar
📅 10 sibat 2019 02:21

PeyamaKurd – Seroka Rêveberiya Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye Îlham Ehmed li Washingtonê ji medyakarên Amerîkî re axivî.

Ehmed da zanîn ku ew neçar mane berê xwe bidin danûstandinên bi Moskow û Şamê re û got, “Cihdana me ya hêzên rejîmê li sînoran tê wê wateyê ku em di projeya xwe ya demokratîk de hîn bi ser neketine. Em di navbera êrîşên esmanî û tankan ên Tirkiyê de û destûrdana hatina hêzên rejîmê de neçar hatine hiştin.”

Îlham Ehmed li ser bicihkirina hêzên artêşa Sûriyê li sînoran got, “Tişta ku herî dawî em bixwazin bibînin ew e, çimkî em dixwazin projeya xwe ya demokratîk berdewam bikin.”

Ehmed li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkî ya Trump jî wiha axivî:

"Biryara vekişînê ya Amerîkayê ku ji nişkave hat, tê wateya tenêhiştina me. Em dixwazin ji bo gelê xwe çareyekê bibînin. Ji bo vê jî me bi Rûsyayê re hevdîtin kir û xwest peyama me bigihînin rejîma Esed. Di bin çavdêriya Rûsyayê de bicihkirina hêzên rejîmê, tê wateya rawestandina gefên Tirkiyê.”

Parve bike: