Îlhan Omer Îsraîl bi 'paqijiya etnîkî' tawanbar dike
PeyamaKurd – Îlhan Omer, endamê Kongresa Amerîkî ya Minnesota, koçkirina komî ya zêdetirî 1 milyon kesî ji malên xwe yên li Gazzeyê di rojekê de wek "paqijiya etnîkî" bi nav kir.
Îlhan Omer, endama Kongresa Amerîkayê ya Minnesota, di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X de, daxwaza Îsraîlê ya ji bo zêdetirî 1 milyon Filistîniyên li bakurê Gazzeyê dijîn, di nava 24 saetan de ji malên xwe biterikînin, rexne kir.
Omer destnîşan kir, "Di rojekê de bi komî derxistina zêdeyî 1 milyon kesî ji malên xwe paqijkirina etnîkî ye" û hişyariya NYyê ya "nepêkan e" û "encamên însanî yên wêranker" bi xwe re bîne bi bîr xist.
Omer nirxandina "Divê em dev ji îhmalkirina bi hezaran Filistînîyên ku jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan di xetereyê de ne" rawestînin û destnîşan kir, ji bo rawestandina vê divê hemû amûrên dîplomatîk bên bikaranîn.