TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran bi dîmenan Îsraîlê tehdîd kir

Admin M
Nivîskar
📅 21 sibat 2018 12:27

Di kanaleka televizyonê de ciyên fuzeyên Îsraîlê yên leşkerî û navendên Îsraîlê yên girîng hatin belavkirin. Kanal nêzî Hîzbullaha Îranê û Parêzvanên Şorişê yên Îranê ye.

Weşan bi dîmen û video hat kirin. Di dawiya vîdeoyê de axaftineka serokê Hîzbûllaha Lubnanê Hesen Nasrallah jî heye. Di nava nivîsên di vîdeoyê de şiroveyên bi zimanê Îbranî hene.

Di vîdeoyê de ciyên ku Îranê xistiye nava hedefa xwe Karîş,Tamar û Levîathan hene.Ev her sê dever bo Îsraîlê deverên girîng yên xaza xwezayîne û bo Îsraîlê girîng in.

Îran van dîmen û agahiyan bi çi awayî bidest xistiye niha herkes li ser vê mijarê hûr bûye.

Parve bike: