Cîhan
Îran, destekê dida Ermenistanê lê niha xwe nêzî Azerbeycanê dike
PeyamaKurd – Nûnerê cîgirê serokê meclisa Îranê Muhammed Baqir Kabilaf yê ji pêwendiyên navdewletî berpirse Huseyn Emîr Abdullahiyan ragihand ku biryarên Neteweyên Hevgirtî nîşan didin ku Azerbeycan desthilatê ser Qerebaxê ye.
Abdullahiyan, di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û behsa şerê navbera Ermenistanê û Azerbeycanê kir. Rêvebirê Îranî weha got:
“Biryarên Neteweyên Hevgirtî nîşana desthilatiya Azerbeycanê bo ser Qerebaxê ye. Çareseriya bingehîn rêzgirtina bo axê, rawestandina şer ya bilez û muzakereyên siyasîne.”
Di dema ku Ebû Feyz Elçî Bey serokê Azerbeycanê bû, çav berdabû Azerbeycana Îranê da her dû Azerbeycanan bike yek û Tehran balafirên tije sîlih rakiribû bo Yerîwanê û alîkariya Ermenistanê kiribû.