TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Dorpêç ranebin bihayê petrolê danakeve

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2018 22:02

PeyamaKurd- Wezîrê petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene ragihand ku bo bihayê petrolê dakeve, divê Amerîka dev ji dorpêçên xwe berde. Zengene ragihandina xwe di dema tevlî kongreya Enerjî û Petrolê ya 4 emîn ya li Tehranê bû, kir.

Zengene di kongreyê de axifî û got ku li hemberê dorpêçên Amerîkayê, bi Yekîtiya Awrûpa re hevdîtinan kiriye û wê behsa hûrahiyên hevdîtinên bi Yekîtiya Awrûpa re neke. Zengene ragihand ku di bazara dinyayê ya petrolê de daxwaza petrolê heye û weha dewam kir:

“Sedema xerabûna mêzêna bazara petrola dinyayê û bihabûna petrolê dorpêçên Amerîka ne. Eger hun dixwazin bihayê petrolê dakeve, dorpêçan rakin. Trump bi tehdîdan dixwaze bihayê petrolê daxe lê ev nabe. Herkes di mijara petrolê de bi endîşe ye.”

Niha di bazara dinyayê de bihayê petrola Brentê 80.61 dolar e.

Parve bike: