TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Eger welatên Kendavê xettên cuda yên petrolê ava bikin, dê bibe sedema îlana şerî

Admin M
Nivîskar
📅 22 tebax 2026 10:36

PeyamaKurd – Wekîlê serokê meclisa Îranê Hemîd Riza Babayî di axaftina xwe de got; eger projeyên ji bo Hurmizê bibin alternatif çêbikin û her welatê ku Hurmizê ji dewrê derxe an qels bike, ew ê bibe sedema îlana şer.

Babayi, ragihand ku her hewlekî weha, weka ku fuzeyan bavêjin Îranê û pê re yek e. Welatên Kendavê li ser Îranê çûn û hatina Hurmizê asê dike, li hinek rêyan digerin ku rê bibînin an çêbikin da ji Îranê û Tengava Hurmizê rizgar bibin. Li ser mijarê Babayî duhî weha axifî:

“Ji bo Tengava Hurmizê û girîngiya ciyê wê, her kî bixwaze qels bike, xeta boruya ava bike, ew ji bo Îranê sedema îlana şer e. Ev kiryar weka ku fuzeyekî bavêjin Îranê û ferqa wê nîne. Welatên Kendavê di seha teknolojiyê û zanînê de her cûre desteka ku bide DYAyê, li hemberê me wekî dest pêkirina şerekiye.”

Parve bike: