Cîhan
Îran li dijî Qendîlê amadekariyên operasyonê dike!
PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Îran hêzên xwe yên leşkerî ber bi tixûbê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ber Çiyayê Qendilê ve dibe.
Li gorî îddayan Muhafizên Şoreşa Îranê (Pasdaran) gelê herêmê tehdîd kirine û gotine hefteyekê nêzîkî aliyê çiyê nebin.
Di derbarê mijarê de gundiyê bi navê Eshed Cudî axivî û got ku em 80 malbat çûne zozanê Qendîlê. Lewra em Koçer in. Lê belê pasdarana gotin di nava hefteyekê de ji herêmê herin. Heke hûn neçin em ê we bikujin. Em ji hikûmeta Kurdistanê dixwazin ku çareyekê ji derdê me re bibîne.