Cîhan
Îran: Li Îslamabadê hevdîtina rasterast nayê kirin
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ku Wezîrê Derve Ebas Araqçî û şandeya pê re gihîştine paytexta Pakistanê Îslamabadê, lê ti plansaziyek ji bo hevdîtina rasterast ligel rayedarên Amerîkayê tune ye.
Beqayî di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir, serdana Araqçî di çarçoveya "hewldanên dilsozane û navbeynkariya Pakistanê" de pêk tê daku dawî li "şerê êrîşkar ê Amerîkayê" were anîn û aramî vegere herêmê.
Herwiha hat destnîşan kirin ku di van têkiliyan de Îran dê tenê nêrîn û çavdêriyên xwe bi rêya rayedarên Pakistanî bigihîne aliyê din û bi xwe rûbirû bi şandeya Amerîkayê re rûnanê.