TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bersiva DYAê da: Radara li Behreynê bu armanc

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2026 11:18

PeyamaKurd - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku di bersiva êrîşa li ser kuleya telekomunîkasyonê ya li bajarê Sîrîkê (parêzgeha Hurmuzganê) de, radara hişyariya zû ya girêdayî DYAyê ya li Behreynê hat armancgirtin û rûxandin.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, ev êrîş hişyariyeke tund e ji bo rawestandina provokasyonên hewayî û qaçaxçîtiya neftê ya li Tengava Hurmuzê.

Îranê tekez kir ku eger ev binpêkirin berdewam bikin, ew amade ne ku bêyî ti sînordanî destwerdanê bikin û hişyarî da kompanî û keştiyên bazirganî yên ku qaydeyên Tengava Hurmuzê binpê dikin ku dê bi cezayên girantir re rû bi rû bimînin.

Parve bike: