Cîhan
Îranê dest danî ser kestiyekî petrolê
PeyamaKurd – Artêşa Îranê li Kendava Basrayê dest danî ser keştiyekî Panamayî û 10 kesan xiste binçav. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Fars ya Îranê; li eyaleta Hurmuzganê li peravên navçeya Parsiyanê artêşa Îranê tesbît kiriye ku di tankêrê de petrola qaçax heye û hêzên deryayî yê bi ser artêşa Îranê bo ser tankêrê operasyon kirine û dest danîne ser tankêrê.
Di tankêrê de ji 300 hezar lîtreyê zêdetir petrol hebûye. Di babeta nasnameya binçavkiriyan de ti agahî nehatiye dayîn.