Cîhan
Îranê gestên bejahî yên bi Tirkiyê re qedexe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îranê bi sedema belavbûna cûreya Omicron a vîrusa koronayê geştên sivîl ên bejahî bi Tirkiyê heta demeke nediyar hatin qedexe kirin.
Li gorî ragihandina televizyona dewletê ya Îranê, bi awayekî bê dem geştên bejahî yên Tirkiyê hatine rawestandin.
Herwiha wê deriyên Îranê ji welatiyên Brîtanya, Fransa, Danîmarka û Norwecê re jî ji bo 15 rojan girtîbin. Qedexeya geştî ya bi Başûrê Afrîka û welatên cîran re bi giştî hat dirêjkirin.
Li Îranê heta niha li gorî amarên fermî zêdetirî 131 hezar kes mirine.