Îran:Me baregeha Amerîkayê ya li Qatarê kire armanc
PeyamaKurd - Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) ragihand ku di çarçoveya pêla 15emîn a êrîşên xwe de, wan Baregeha Asmanî ya El-Udeyd a Amerîkayê ya li Qatarê kire armanc.
Di daxuyaniya fermî ya artêşa Îranê de hat îdîakirin ku di vê êrîşê de sîstema radara dûrbîn û çend balafirên stratejîk ên dabînkirina sotemeniyê yên Amerîkayê bi temamî hatine têkbirin.
Supaya Pasdaran hişyarî da ku dijmin û welatên mêvandarên baregehên wan divê zanibin ku derbaskirina xetên sor û êrîşên li ser binesaziyên sivîl dê bibe sedema bersiveke dijwar, û heke Amerîka êrîşên xwe bidomîne, bersiveke ku bikeve dîroka şer li benda wan e.
Wezareta Parastinê ya Qatarê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku sibeha zû êrîşên Îranê yên li dijî baregehê pêk hatine, lê wezareta Qeterî îdîa kir ku wan ev êrîş pûç kirine.
Wezareta Karên Navxwe ya Qatarê ragihand ku di encama van êrîşan de zarokekî sivîl birîndar bûye û niha di nexweşxaneyê de tê dermankirin.
Ev rageşiya leşkerî ya nû di navbera Tehran û Washingtonê de ku bandorê li asayîşa welatên Kendavê dike, wekî astengiyeke giran li pêşiya aramiyê li Rojhilata Navîn hat tomarkirin û metirsiyên li ser asayîşa enerjiyê ya herêmî zêdetir kirine.