Cîhan
Iraq: Em dorpêçên Amerîkayê bicih nayînin
Peyamakurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser biryara dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê ragihand ku Iraq li derveyî sepandina dorpêçên ser Îranê hatiye hiştin û ew dorpêçan cibîcî nakin.
Ebdulmehdî di civîna rojnamevanî ya heftane ku li Bexdayê pêkanî de, ji rojnamevanan re da xuyakirin, “Ji ber ku Iraq di hevkêşiyên herêmî de bêalî ye, ne beşek ji welatên ku dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê cîbicî bike ye.”
Li aliyê din du rayedarên pilebilindên Irapê ku navê xwe eşkere nekirine, ji medyayê re ragihandibûn ku Iraq ji bo deynên kehrebe û gaza sirûştî ya ji Îranê dikire bide, li şûna dolarên hesabên bankê yên dînar vekirine.