TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih li ser namzedê serokwezîrtiyê li hev kir, lê...

Admin H
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2020 20:39

PeyamaKurd - Medyaya Iraqê ragihand ku hevpeymanîyên Saîrûn û Fetih ên li Parlamentoya Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî weke namzedê hevbeş ê serokwezîrtiya Iraqê erkdar kirin.

Seroktiya hevpeymanîya Saîrûn Muqteda es Sedr û ya Fetihê jî Hadî Amirî dike ku her du aliyan li ser Mihemed Tewfîq Elawî wekî namzetedê hevbeş ji bo serokwezîriya Iraqê li hev kirin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih doh19ê Çile bi daxuyaniyekê ragihandibû ku divê heta 1ê Sibatê aliyên siyasî namzedên xwe yên ji bo serokwezîriyê diyar bikin.

Berhem Salih diyar kir ku niha Iraq ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe, ji ber vê yekê divê hemû alî bi berpirsiyarî û li gorî daxwazên xwepêşanderan tevbigerin.”

Hêjayî gotinê ye, xwepêşanderên Iraqê li li dijî pêşinyara erkdarkirina  Mihemed Tewfîq Elawî xwepêşandan li dar xistin ku tê ragihandin, di xwepêşandanên îro de li Bexdayê 15 kes birîndar bûne.

Parve bike: