TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Ji 4 DAISiyên HSDê radest kiribûn re sizayê îdamê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 22 nîsan 2019 18:14

PeyamaKurd – Konseya Darazê Iraqê ragihand ku wan sizayê darvekirinê li 4 terorîstên DAIŞê yên ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatibûn radestkirin re sepandiye.

Di daxuyaniya Konseya Darazê ya Iraqê de hat gotin, bi hinceta ku endamên DAIŞê ne û bi çalakiyên xwe bûne sedema mirina hemwelatiyan û tawanên dijî ewlekarî û aramiya Iraqê û Sûriyê kirine, 4 DAIŞiyên ji aliyê HSDê ve du meh berê hatibûn radestkirin, bi cezayê îdamê hatine sizadan.

Hat diyarkirin ku ew 4 DAIŞî piştî ku li bajaroka Baxozê hatine girtin, HSDê ew radestî Iraqê kirine û dadgehê jî di çarçoveya qanûna terorê de ew siza kirine.

Parve bike: