Iraq li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re xendekekê dikole
PeyamaKurd – Artêşa Iraqê, ji bo rê li ber vedizîna çekdarên DAIŞê bigire, li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re xendekekê ji sê metreyan pêk tê dikole.
Li gor Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefacî ragihand, ew hewl didin kolandina xendeka 3 metroyan kûr û 3 metroyan pehn a li ser beşek ji sînorê bi Sûriyê re di nava du mehan de biqedînin.
Xefacî eşkere kir, ji koma sînorê 220 kîlometreyî yê bi Sûriyê re, kolandina xendekan bi qasî 140 kîlometreyî qedandine.
Herwiha Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hêvî kir, kolandina vê xendekê dawî li vedizîna çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo nava axa Iraqê bîne.
Tehsîn Xefacî da zanîn, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bircên çavdêrî û kontrolê pêşkêş kirine, da ku li ser xendekên li sînorê Sûriyê bi kar bînin
Li gor çavkaniyên xwecîhî yên Iraqê destnîşan kiribûn, xendekekê li ser beşek ji sînorê Iraq û Sûriyê tê kolandin û Ameîrka ji bo kolandinê, 5 milyon Dolar wek alîkarî pêşkêş dike.