TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê ji ber nexweşiya şapê hawirdekirina ajalan ji Sûriyeyê rawestand

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2026 15:01

PeyamaKurd - Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, ji ber belavbûna metirsiya nexweşiya şapê a li Sûriyeyê, biryareke bilez stand û hawirdekirina hemû cureyên ajalan qedexe kir. Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, ev qedexe ji bo parastina ajalên navxweyî û rêgirtina li belavbûna nexweşîyê hatiye girtin.

Wezareta Çandiniyê diyar kir ku ev biryar ne tenê ji bo Iraqê, di heman demê de ji bo parastina bazarên welatên Kendavê jî hatiye stendin, ji ber ku Iraq wekî xaleke derbasbûnê ya ji Sûriyeyê ber bi Kendavê ve tê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: "Ev pêngava bilez bi armanca parastina çavkaniyên ajalî yên herêmî û rêgirtina li nexweşiyên sînorbezar hatiye avêtin. Ev biryar bêyî cudahî li ser hemû welatan wekî hev tê sepandin."

Parve bike: