Cîhan
Îsraîl: Ajanên Îranê yên amadekariya êrîsan dikirin hatin desteser kirin
PeyamaKurd – Weşana Fermî ya Îsraîlê (KAN) ragihand ku hejmarek ajanên Îranê yên ku amadekariya êrîşkirina ser Balyozxaneya Îsraîlê dikirin hatine desteserkirin.
KAN nûçeya xwe dispêre çavkaniyên îstixbarî yên welatên rojava û diyar dike, rêveberiya Tehranê ajanên xwe ji bo êrîşî balyozxaneyên Îsraîlê, Amerîka û Îmaratê bikin şandine welatekî Afrîkayê û zanyarî kom kirine.
Hat ragihandin ku ji wan ajanên (sîxur) hatine girtin, hinek ji wan îranî û hinek ji wan jî hemwelatiyên Ewropayê bûne.
Herwiha di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku mebesta Îranê tolvedana kuştina Qasim Suleymanî û zanyarê atomî Muhsîn Fexrîzade bûye.
KANê daye xuyakirin ku hinek ji wan ajanan li welatekî Afrîkayê hinek jî li welatên din hatine binçavkirin.