Cîhan
Îsraîl ji bo “Kurdistana Serbixwe” teklîfê amade dike!
PeyamaKurd- Li Îsraîlê ji bo “Kurdistana Serbixwe” teklîfek hate kirin. Dibe ku meclîsa Îsraîlê vê heftê mijarê bîne rojeva xwe.
Îsraîlê fikra “Kurdistana Serbixwe” careke dî anî rojevê.
Li gorî agahiyên “Jeruselam Post”ê wekîlê ji partiya Serokwezîr Binyamin Netanyahu Joav Kisch ji bo ku “Kurdistana Serbixwe” were destekirin, teklîfek amade kir.
Kisch di teklîfa xwe de wiha got: “Li herêmê Îran bihêz dibe, Tirkiye xwe ji xwe zêde tavêje û li dijî Îsraîlê propagandayê dike û Sûriye jî belav dibe. Ji ber van hemî geşedanên girîng divê Îsraîl ji bo “Kurdistana Serbixwe” pêşdariyê bike û destekê bide “Kurdistana Serbixwe”. Destekirina Kurdistanê wê ji bo berjewendiyên Îsraîlê pir baş bibe.”