Îsraîl Katz: Dor tê Naîm Qasim
PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, derbarê êrîşên herî giran ên li ser Libnanê daxuyaniyên girîng dan û ragihand ku ji destpêka şerê 40 rojî yê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, derbeya herî mezin li Hizbullahê ketiye.
Katz diyar kir ku di êrîşên surprîz ên li ser navendên Hizbullahê yên li seranserê Libnanê de, bi sedan endamên vê rêxistinê bûne armanc.
Wezîrê Îsraîlî destnîşan kir ku binesaziya leşkerî ya Hizbullahê bi awayekî tund hatiye têkbirin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Katz rasterast gef li Rêberê Hizbullahê Naîm Qasim xwar û got ku dor dê bê ser wî jî.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê tekez kir ku êrîşkirina li ser Îsraîlê ya li ser navê Îranê, dê ji bo Hizbullahê bibe xwedî bacên gelekî giran. Katz hişyarî da Naîm Qasim û diyar kir ku her hewildanek ji bo têkdana ewlehiya Îsraîlê, dê bibe sedema karesateke mezin ji bo rêveberiya Hizbullahê û sînorên wan ên çalakiyê tengtir bike.