Cîhan
Îsraîl: Me li tesîsên hilberîna fuzeyên balistik xist
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li Îranê li bajarê Tebrîzê ku dikeve Rojavayê Îranê, li hedefên hilberîna tesîsên fuzeyên balistik xistine.
Piştî lêdana Îsraîlê ya li tesîsan, di dîmenan de tê dîtin ku dûman ji tesîsan bilind dibe ku ketin ber dîdara kamerayan.
Artêşa Îsraîlê di daxwuyaniya xwe de got ku di nav hedefên li wan xistine de, perçên girêdana fuzeyên balistik ku hilberînê bi wan perçeyan dikin, tesîsa hilberînê û depoyekî ku perçên fuzeyên balistik tê de depo dikin, hene.