TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîl provaya hêrisa Îranê dike

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 11 nîsan 2024 18:04

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Îsraîlê bi Komara Qibrisê re bi mebesta egera hêrişeke rejîma Îranê rahênaneke leşkerî ya sumûlasyonî pêk hanîne.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhana Ereb (AWP), Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku hêzên asmanî yên Îsraîlê bi rêveberiya Yewnanîstan a Komara Qibrisê rahênaneke hevpar a leşkerî ya sîmûlasyonî ya li dijî hêrişeke egerbar a rejîma Îranê pêk hanîn e.

Li gorî Radyoya Artêşa Îsraîlî, rahênan wek "beşek ji amadekariyên domdar ên ji bo bersivdana hêrişeke egerbar a rejîma Îranê hatiye kirin."

Kompaniya weşanê ya Îsraîlê diyar kir ku hêzên asmanî yên Îsraîlê, ji ber ku li Xêza Xezze û eniya bakur şer dihate meşandin, 6 meh berê ranênanên xwe rawestandibûn, lê belê ji ber gefên Tehranê ji nû ve destpê kirin, rahênan jî destpê kirin.

Parve bike: