Îsraîl û Rûm bi hevre tetbîqatê dikin
PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Rûman ragihand ku ew û Îsraîlê di çarçoveya hevkariya leşkerî de dest bi tetbîqatekî kirine ku dê heya 29 ê gulanê dewam bike. Li gor ragihandina wezaretê tetbîqat li ser xeta Lefkoşe û di nava axa Rûman de têkirin. Di tetbîqatê de artêşa Rûman ya Kıbrısê (RMMO) û artêşa Îsraîlê beşa bejayiyê û hewayî cîh digrin.
Hêzên komandoyê yên taybet yên îsraîle bo tatbîqatê çûn Kıbrısê. Li gor medya Rûman hêzên taybet yên Îsraîlê roja berê hatine balafirgeha Bafê ya bi navê Andreas Papandreu. Hêzên taybet bi çekên giran, bi balafirên neqliyê yên leşkerî hatine. Di peyde wê keştiyên şer û balafirên Îsraîlê jî herin deverê.
Çavkaniyên Rûman dibêjin ku ev tetbîqat divê weka çavtirsînekî neyê fêmkirin. Tetbîqatên weha bi gelek hêzên dewletan re tên kirin û normal e.