TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê êrîsî binesaziya leskerî ya hêzên Sûriyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2024 22:13

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro 9ê Nîsanê li parêzgeha Dera binesaziyeke hêzên Şamê armanc kir.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, li herêma Mehecê ya parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê binesaziyeke hêzên rejîma Sûriyê hatiye aramanckirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin: “Balafirên şer doh derengiya şevê li herêma Mehecê binesaziyeke girêdayî artêşa Sûriyeyê bombebaran kir. Bi obusan jî li baregeheke leşkerî ya li başûrê Sûriyeyê xist.”

Li gorî medya Sûriyê jî artêşa Îsraîlê li devera leşkerî ya Girê Cabiya ya li bakurê parêzgeha Derayê û beriya vê êrîşê jî ji Colanê roketek avêtiye navendeke leşkerî ya li herêmê.

Parve bike: