TR KU SO
FB X
Kurdistan

Bi mosekan êrîsî baregeheke leskerî ya hêzên Tirkiyê kirin

Admin L
Nivîskar
📅 30 adar 2022 14:06

PeyamaKurd Li Neynewayê, bi hejmarek moşek êrîşî baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê kirin.

Li gor Dijeterora Kurdistanê da zanîn, do bi şev baregeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê li gundê Derawîş ê li devera Başîkê, bi pênc moşekan hat armanckirin.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê eşkere kir, du moşek li nava baregehê ketin û sê moşekên din jî li çiyayê Başîk ketin û di encamê de tu ziyanên canî derneketin.

Parve bike: