TR KU SO
FB X
Cîhan

Îsraîlê qadeke mezin a Lubnanê wek ‘herêma şer’ ragihand

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2026 17:37

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê li derdora bajarê dîrokî û stratejîk ê Sûrê (Tyre) ku dikeve Başûrê Lubnanê, pêleke nû ya êrîşên asmanî yên berfireh da destpêkirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi daxuyaniyeke bilez bang li xelkê herêmê kir ku ji bo parastina jiyana xwe tavilê mal û taxên xwe biterikînin û berê xwe bidin bakur.

Piştî vê banga veguhestina sivîlan, balafirên şer ên Îsraîlê herêm bombebaran kirin. Tel Avîvê ragihand ku wan di vê operasyonê de rasterast xalên binesaziyê yên Hizbullahê kirine armancb

Di encama lêdana avahiyekê de li devera El Buss a li nêzîkî Sûrê, herî kêm 2 kesan can da û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Fermandariya artêşa Îsraîlê çarçoveya operasyonên xwe yên li herêmê berfirehtir kir û qadeke gelekî mezin a li başûrê Çemê Zahranî wekî “herêma şer” pênase kir, ku ev yek nîşana egera tundtirbûna şer e di rojên pêş de.

Parve bike: