TR KU SO
FB X
Cîhan

Îstîxbarata Iraqê li Mûsilê operasyona ISID ê kir: 12 girtî

Admin M
Nivîskar
📅 29 gulan 2021 22:46

PeyamaKurd – Îstîxbarata Iraqê INIS, îro li devera Mûsilê li ciyên cuda operasyonan kir û di encamê de 12 terorîstên IŞİD ê hatin desteserkirin. Ragihandina INA yê bi beyannameyekî hat ragihandin.

Di ragihandinê de hat gotin ku kesên desteserkirî, di lîsta wan kesên ku li wan digerin de hene û li gor îfadeyên IŞİD iyan, tevlî gelek operasyonên ser hêzên asayîşê û xelkê bûne. Her weha di îfadeyên xwe de gotine ku di dema operasyonên ser xelkê de, hemwelatiyan tehdîd kirine û zorê dane ser wan da tevlî IŞİD a terorîst bibin.

Parve bike: