Japonyayê moşekên dûravêj li baregehan bi cih kir
PeyamaKurd - Di 32yemîn roja şerê Îranê de, Japonya jî kete tevgerê û cara yekem moşekên xwe yên dûravêj li du baregehên leşkerî bi cih kirin da ku şiyana xwe ya berevaniyê li hemberî gefên herêmî xurt bike.
Moşekên bi navê "Type-12" ên ku ji aliyê şîrketa Mitsubishi ve hatine nûjenkirin, niha dikarin bigihîjin dûriya 1000 kîlometreyan û xaka Çînê bixin bin kontrola xwe. Wezîrê Berevaniyê yê Japonya Shinjiro Koizumi diyar kir ku ev pêngav ji bo parastina welat di vê serdemê de ku rewşa ewlehiyê ya herî dijwar tê jiyîn, biryareke stratejîk û girîng e.
Ji bilî moşekên Type-12, Japonyayê sîstemên çekên hîpersonîk (HVGP) jî li baregeha Fuji bi cih kirine û plan dike ku heta sala 2028an van çekan li seranserê welat belav bike. Her wiha Tokyo amadekariyê dike ku moşekên "Tomahawk" ên Amerîkî, ku 1600 kîlometre diçin, li ser keştiyên xwe yên şer bi cih bike. Hikûmeta Serokwezîr Sanae Takaichi ji bo sala nû budceyek rekor a berevaniyê ku 58 mîlyar dolar derbas dike pejirandiye, ku armanca wê ya serekî rûbirûbûna hêza leşkerî ya Çînê ye.