Ji Amerîka peyama vekisîna ji Peymana Stenbolê: Gaveke pasde ye!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve yê Amarîkayê Ned Price li ser vekişîna Tirkiyê bi biryarnameya serokomariyê ji Peymana Stenbolê ya dijî tundiya jinan ku Tirkiye ji 1ê Tîrmeha 2021ê ve bi temamî ji peymanê vekişiya, daxuyanî da.
Ned Price li ser mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Vekişîna Tirkîyê ji Peymana Stenbolê digiraniyeke mezin çêkir. Vekişandina ji Peymanê ji bo hewildanên navneteweyî û ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan jî gavek paşde ye."
Price got: “Em bang li hemû dewletan dikin ku pêşîya her cûreyên tundiya li ser bingeha zayendî bigirin û bersiva xwe ya li dijî wê xurt bikin.”
Piştî ku doh bi fermî Tirkiye ji peymanê vekişiya, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jinan ew biryar bi derketina kolanan protesto kirin kû herwiha li gelek deveran jî rastiya tundiya polîsan hatin.