Ji ber parvekirina ser nexwesiya Erdogan kesek hat binçavkirin
PeyamaKurd – Ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan doh 5ê Sibatê pêketina wan a nexweşiya vîrusa korona cûreya Omicronê hatibû eşkerekirin û ji aliyê siyasetmedaran ve gelek peyamên bo selametiya wan hatibûn parvekirin.
Herwiha li aliyê din Serdozgeriya Stenbolê Buroya Tawanên ser Çapemeniyê jî derbarê parvekirinên li ser nexweşiya Erdogan lêpirsîn da destpêkirin ku îro danê sibehê hat ragihandin ku kesek ji ber parvekirina derbarê nexweşiya Erdogan de hatiye binçavkirin.
Hat ragihandin ku welatiyeke bi navê Pinar O. bi hinceta derbarê nexweşiya Serokomarê Tirkiyê Erdogan de, parvekirinên heqaretwarî kiriye hat binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesa tohmetbar Pinar O li navçeya Bagcilar a Stenbolê vê sibehê hatiye binçavkirin û wê li Navenda Asayîşa Stenbolê îfadeya wê bê standin.