TR KU SO
FB X
Cîhan

Ji bo Cafer es-Sadr bibe serokwezîrê Iraqê lihev kirin

Admin M
Nivîskar
📅 12 adar 2022 05:10

PeyamaKurd – Serokê Tevgera Sadrê Muqteda Es-Sadr bi Nûrî Malikî re bi telefonê axifî û ji bo serkonsulê Iraqê yê li Îngîltere Cafer es-Sadr bibe serokwezîrê Iraqê axifîn. Hat ragihandin ku wê destekê bidin serokwezîrtiya es-Sadr. Hat ragihandin ku di çarçoveya koordînasyonê de, Malikî biryara Îttîfaqê ji bo Muqteda es-Sadr ragihandiye û pêngav û navên di peyde tev hatine axaftin.

Li ser mijarê parlementerê Koalîsyona Siyade yên Sunneyan Meşan El Cûbûrî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihaniye ku di civîna Çaroveya Koalîsyonê û piştî axaftina telefonê ya Sadr û Malikî, wê Cafer es-Sadr teqez bike serokwezîrê nû yê Iraqê.

Her weha siyasetmedarê Iraqê Izzet Şabender di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku di Çarçoveya Koalîsyonê namzediya Cafer e-Sadr hatiye qebûlkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weka xatixwestinekî belav kiriye û ragihandiye ku heya niha ji bo berjewendiyên xwe xebatê nekiriye û berjewendiyên xelkê di ser yê xwe de girtiye û di xizmeta xelkê de sistayiyê nekiriye. Kazimî avakirina hukumeta nû bi rizamendî aniye ser ziman.

Muqteda es- Sadr heya niha nexwestiye bi Malikî re koalisyon ava bike û Malikî ji rewşa niha ya Iraqê berpirs girtiye, wî bi bûyerên şiddet û gendeliyê sûcdar kiriye û Malikî ji bidestxistina axa Iraqê ya ji aliyê DEAŞ ê de berpirs girtiye.

Ji bo avakirina hukumeta nû divê mijara serokkomariya Iraqê çareser bibe da erkê bide serokwezîr ku hukumeta nû ava bike. Sadr di mijarê de do bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Muhammed Habûsi yê serokê parlementoyê û bi serokê koalisyona Siyade Xemîs Xencer re bi telefonê axifîbû.

CAFER ES-SADR KIYE?

Piştî navê Cafer es-Sadr derket ortê, herkes meraqa nasnama es-Sadr dike. Cafer es- Sadr kurê Ayetullah Muhammed Baqir-es Sadr e. Hem kurmamê Muqteda es- Sadr e. Niha serkonsulê Iraqê yê li Londrayê ye û bi nermiya xwe tê naskirin..

Parve bike: