Cîhan
Ji Sedr bangewaziya daxistina Balyozxaneya Amerîkayê
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr dema civîna parlamenê ya pesendkirina derxistina Amerîkayê peyamek li dijî Amerîkayê belav kir.
Sedr di peyama xwe de banga daxistina Balyozxaneya Amerîka li Iraqê kir û Amerîka wekî welatê şer û xirabkariyê bi nav kir.
Muqteda Sedr herwiha ji Civata Nûnerên Iraqê jî xwest ku deng bidin derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê.