Cîhan
Jin û mêrê hev 2 cîranên xwe kuştin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Erhan İ. û jina wî Nursel İ. bi cîranên xwe re munaqeşe kirine û her dû cîranên xwe kuştine. Sedem jî ji ber di apartmanê de qelebalixê kirine.
Li ser rûdanê ku Erhan İ. (51) û jina wî Nursel İ'nin (42) cîranên xwe Cemil û Sevim Gül Bodur kuştine îfadên wan li rêvebiriya asayîşa bajarê Afyonkarahisar a Tirkiyê hat sitendin, ew birin cem dozger û dozger îfadên wan sitend.
Her dû gumanbaran birin dadgeriya silh û cezayê û bi tewana ku bi zanîn mirovan kuştine, ew şandin zîndanê.
Bi sedema di navbera cîranan de li ser daweşandina xaliyan û kirina qelebalixê munaqeşe derketibû û bi çekê li Cemil û Sevim Gül xistibûn, li ser rûdanê Erhan İ. (51) jina wî Nursel İ. (42) ji aliyê polîs de hatibûn binçavkirin.