Joe Biden: Em deyndarê Kurdan in, divê em sozên xwe bicih bînin
PeyamaKurd – Kanadîdê Demokratan ê seroktiyê û Cîgirê Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden, piştî kuştina Bexdadî di gotareke xwe de ragihand ku nabe Amerîka pişta xwe bide Kurdan û got, gefa DAIŞê ya li ser Amerîka û hevpeymanan dewam dike.
Biden got ku nabe Amerîka pişta xwe bide Kurdan, lewra di şerê terorê de bi hezaran Kurd bûye qurbanî ku Amerîka deyndarê Kurdan e û got, “Kurdan zêdetirî ji 10 hezaran qurbanî dane ji bo dawîanîna kuştinkariyê û em jî deyndarê wan in û divê sozên xwe bicih bikin.”
Biden di axaftina xwe de pesnê hêza artêşa Amerîkayê di cîhanê de da û ji bo kuştina Bexdadî wiha got:
“Dizanim ku kuştina Bexdadî nûçeyeke xweş bû ji bo hemû aliyan, lê dixwazim bi bîr bixim ku DAIŞ piştî Bexdadî jî her gef e ji bo Amerîka û hevpeymanên me. Lewma pêwîste guvaşên xwe li ser wan zêdetir bikin. Nabe ji hevpeyamanên xwe dûr bikevin.”