Joe Biden telefona Stoltenberg kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden telefona sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg kir û got ku ew li ser peymana xwe ya transatlantîkê ne û bi peymanê ve girêdayîne. Li ser telefonê ji Koşka Sipî û NATO yê ragihandin hatin kirin.
Li gor Koşka Sipî Biden, di axaftina xwe de behsa mijarên Iraqê, Îran û Rûsyayê kiriye û behsa pêdiviya xebata hevpar kiriye. Biden gotiye ku ew li ser soza Amerîkayê ya xurtkirina NATO yê ne.
NATO jî ragihand ku hatina Joe Biden nîşana demokrasiya xurt ya li Amerîkayê ye. Stoltenberg kêfxweşiya xwe aniye ziman ku Biden hevkariye datîne navenda têkiliyan û berya her tiştî.
Stoltenberg û Biden, behsa Afganistan, Irak, Rusya, terora navdewletî, pêşdeçûna Çînê, zêdebûna xerckirina pera bo bergiriyê kirine. Her dû lîder lihev kirine da xwe bi hevre amade bikin bo zîrwe ya NATO yê ya îsal ya dê li Burukselê çêbibe.