TR KU SO
FB X
Cîhan

Kaja Kallas: Ewropa naxwaze beşdarî şerê Îranê bibe

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2026 22:39

PeyamaKurd - Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas ragihand ku welatên Ewropayê naxwazin beşdarî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê bibin.

Kallas, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev şer di çarçoveya hiqûqa navdewletî de nerewa ye û got, bikaranîna hêzê tenê di rewşên "parastina rewa" an jî bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêkan e, lê di vê rewşê de tu ji van şertan peyda nabin.

Herwiha Kallas, diyar kir ku di civînên bi wezîrên derve re de, ti daxwazek ji bo berfirehkirina "Operasyona Aspides" ber bi Tengava Hurmîzê ve nehatiye pêşkêş kirin.

Kallas bal kişand ser wê yekê ku armancên vî şerî ne diyar in û wezîrên Ewropî hewl dane aliyan razî bikin da ku rê li ber pevçûnan bigirin.

Di peyama xwe ya ji bo gelê Îranê de jî, wê tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê her tim piştgiriya civaka sivîl û mafê gelê Îranê dike da ku ew bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin.

Parve bike: