Kanadayê, balyoza nû ya Ukraynayê erkdar kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Kanadayê di 32emîn Roja Serxwebûna Ukraynayê de balyoza xwe yê nû destnîşan kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly, li şûna Larisa Galadzaya ku 4 sal in li Ukraynayê dixebite Natalka Cmoc wekî balyoz hat erkdarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku Ukrayniyan têkoşîna ji bo serxwebûn û serweriyê berdewam dike, Kanada hevkarek bihêz dimîne û dê li wir be ku piştgirî bide başbûn û pêşkeftina Ukraynayê.
Ji bo balyozê nû destnîşankirî di daxuyaniyekê de hat gotin ku
"Ew ê li Kievê bibe çav û guhên Kanadayê da ku Kanada di vê dema dijwar de û ji bo demek dirêj piştgiriyê bide Ukraynayê."