TR KU SO
FB X
Cîhan

Katz: Wê êrîşên ser Îranê berfirehtir bibin

Admin H
Nivîskar
📅 27 adar 2026 17:31

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz ragihand ku ji ber berdewamiya êrîşên moşekî yên Îranê li ser deverên sivîl, wan biryar daye ku operasyonên xwe yên li dijî Îranê zêdetir û berfirehtir bikin.

Katz diyar kir ku wî û Serokwezîr Netanyahû beriya niha hişyariyeke zelal dabûn Îranê da ku avêtina moşekan a li ser deverên sivîl li Îsraîlê bide rawestandin, lê tevî van hişyariyan jî êrîş ranewstiyane.

Ji ber vê yekê, Îsraîl dê qada operasyonên xwe berfireh bike û bi taybetî wan armancên nû bike hedef ku piştgiriyê didin hilberîn û bikaranîna çekan a rejîma Îranê.

Parve bike: