TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî: “Em amadene bi mîlîsên Sî’a re werin hemberê hev”

Admin M
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2020 05:51

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li hemberê hinek grûbên Şî’a rê girt û got:

“Em amade ne bi mîlîsên Şî’a re werin hemberê hev”

Mijara gotina Kazimî balkêşe ku hat wexta êrîşa bi roketê ya ser balafirgeha Bexdayê ku ji aliyê Asayîp Ehlî Haq de hatibû kirin. Kesê ku navê xwe diyar nekiriye û nêzî hukumeta Bexdayê ye, mijarê weha ragihandiye:

“Bi sedema Tevgera Asayib Ehlil Heq êrîş biribû ser balafirgeha Bexdayê û li ser bûyerê, hukumetê êrîşkerên bi ser grûba navborî girtiye, grûb dest bi tehdîda hukumetê kiriye. Grûb xwest mîlîsên girtî bên berdan. Eger nên berdan wê îşev an ber destê sibê êrîşê ser baregehên hukumetê bikin. Grûb raste rast wezîrê karên hundir tehdîd kir. Musteşarê ewlehiyê Qasim el-Araci ket navberê û mijarê aram kir lê Kazimî got ku ew girtiyan bernade. Hat gotin ku mîlîsên Şi’a yên navborî li devera Risafayê li hinek noqteyan xwe bicîh kirine.”

Li ser bûyera jorê, serokwezîr Mustafa Kazimî di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir û weha got:

“Ji ber tevgerên li dijî artêşê û hêzên asayîşê yên ji aliyê grûbên nerewa de hatin kirin û îtîbara dewletê têkbiribûn, bo îtîbara hêzên xwe cîhbicîh bikin, em bi dizî xebitîn. Bo welat nexin nava macerayan, me banga sikûnetê kir. Lê eger pêwist be, em amade ne werin hemberê hev.”

Parve bike: