TR KU SO
FB X
Kurdistan

Konsolos Tueller: PKK hevkariya mîlîsên Sî’a dike

Admin M
Nivîskar
📅 11 tebax 2021 04:53

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller ragihand ku niha PKK bi mîlîsên Şî’a re hevkariyê dike û li herêmên weka Şengalê xebatên hukumeta Iraqê asteng dike. Tueller got ku PKK nahêle Peymana Şengalê bê bicîhanîn digel peymana Şengalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de, bo Şengalê çareseriya herî baş e.

Matthew Tueller bi medya li Kurdistanê re hat cem hev û bo peyamnêrê K24 ê bersivê da û got:

“Di rabirdû de Amerîka PKK ê xiste lîsta terorê. Ji ber zerarê dida sîvîlan û êrîşê wan dikir.”

Balyoz Tueller got ku heya dawiya salê dê li Iraqê ti hêzên şer yên Amerîkayê nemîne lê personelên ku xizmeta şêwirmendiyê û perwerdê bide Pêşmerge û artêşa Iraqê dê li Iraqê bimîne.

Konsolosê Amerîkayê yê li Bexdayê Tueller behsa êrîşên Tirkiyê yên li ser axa Iraqê bo ser PKK ê kir û got ku êrîşên Tirkiyê hukumraniya Iraqê sist dike û ji bilî PKK ê û DEAŞ ê grûbên çekdar yên ku qanûnî nînin jî, bo desthilata Iraqê tehdîdin.

Balyoz ragihand ku di çend rojên pêşde, dê grûbekî leşkerên Amerîkayê terka Iraqê bike û hukumeta Iraqê aşkera dixwaze ku bi Amerîka re têkiliyên xwe yên stratejik bide dewamkirin.

Tueller got ku bi daweta fermî ya hukumeta Iraqê hêzên Amerîkayê li Iraqê ne, armanca Amerîkayê têkoşîna li dijî IŞİD ê ye. Serokê Amerîkayê Joe Biden girîngiya Iraqê dizane û di stratejiya Amerîka de vekişandina bi temamî ya ji Iraqê tineye.

Tueller bo baregeha leşkerî ya Harirê ragihand ku jimara leşkerên Amerîkayê li baregehê kêmin û wezîfa wan ew e ku destekê bidin Pêşmerge ji ber ku Kurd bo Amerîkeyê hevkarekî girînge û Amerîka hukumeteka xwurt ya Kurdistanê û hukumeta Iraqê destek dike.

Parve bike: