TR KU SO
FB X
Cîhan

KENYyê ji bo Libyayê banga agirbestê kir

📅 06 tîrmeh 2019 13:03

PeyamaKurd – Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) piştî êrişên esmanî yên li Libyayê ku di encamê de 53 penaber hatibûn kuştin, ji aliyên peywendîdar re banga agirbestê kir.

KENYyê piştî civîna xwe ya roja çarşemê daxuyaniyek belav kir û êrişa li herêma Tacura ya nêzîkî paytexta wî welatî Trablusê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ji hemû aliyan tê xwestin ku ragêşiyê kêm bikin û bi çavdêriya NYyê agirbes were ragihandin û pêvajoya siyasî dest pê bike, ji bo mafên însanî destûr bê dayîn. Herweha ji dewletên endam jî tê xwestin ku pêgirî ambargoyên li dijî Libyayê bibin û tevli wê krîzê nebin.

Konseyê 3yê tîrmehê bi lezgînî civiyabû lê ji ber ku li benda talîmata Washingtonê mabû negihiştibû ti encamekê. KENYyê eşkere kiribû ku ew êrişan şermezar dikin û agirbest ragihandibû lê Amerîka bergiriya wê kiribû.

Parve bike: