TR KU SO
FB X
Cîhan

Kesê duyem ê DAIŞê Ebû Bîlal el-Mînûkî hat kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 16 gulan 2026 09:19

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser Truth Socialê ragihand ku kesê duyem ê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebû Bîlal el-Mînûkî, di operasyoneke hevbeş a hêzên Amerîka û Nîjeryayê de hatiye kuştin.

Trump diyar kir ku ev mîsyon bi rengekî "bêkêmasî" û bi hevahengiyeke pir bilind hatiye birêvebirin û yek ji çalaktirîn lîderên terorê yên li parzemîna Afrîkayê hatiye armancgirtin.

Trump destnîşan kir ku el-Mînûkî wisa hizir dikir ku dikare li Afrîkayê xwe veşêre, lê bi rêya çavkaniyên îstîhbaratî tevgerên wî hatine şopandin û hatine pûçkirin.

Hevkariya ewlehiyê ya Washington û Abûcayê

Hate diyarkirin ku ev operasyona serkeftî di çarçoveya hevkariya ewlehiyê û rûbirûbûna terorê ya navbera Amerîka û Nîjeryayê ya li Rojavaya Afrîkayê de pêk hatiye, ku ev demeke dirêj e herêm di bin gefa komên girêdayî DAIŞê de ye.

Tevî ku beriya niha di warê dîplomatîk de rageşî di navbera her du welatan de hebû û Trump hikûmeta Nîjeryayê bi tepisandina olan tohmetbar kiribû jî, hevkariya serbazî ya sînordar berdewam kir. Herwiha hêzên Amerîkayê di Roja Sersalê ya sala borî de jî li bakurê rojavayê Nîjeryayê li dijî hedefên tundrewan operasyonên asmanî pêk anîbûn.

Parve bike: