Cîhan
Kestiya Exxonmobil dê ji Rûma re bixebite
PeyamaKurd-Keştiya bi navê ExxonMobil ku keştiya enerjiye ya Amerîkaye, bo lêgerîna hîdrokarbonê çû herêma Rûma ya Kibrisê. Xebata wan wê piştî 15 ê vê mehê destpêbike. Keştiyên şer yên Tirkiyê di meha sibatê de keştiya sondajê ya Îtalyayê ya bi navê Emi yê nehiştibûn ku bixebite.
Ajansa nûçeyan ya Atînayê (AMNA) ragihand ku keştiya sondajê ya bi navê "Stena IceMax" gihaye parsela 10 an. Di nûçeyê de hat ragihandin ku amadekarî hatine kirin û wê piştî 15 ê mehê dest bi sondajê bikin. Wê xebata li herêmê heya 25 ê meha sibata sala 2019an dewam bike.
Tirkiye nerazîbûna xwe diyar dike. Tirkiye dixwaze lêgerînên weha bi erêkirina her du aliyan be û Rûm veya qebûl nakin.