TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Amerîka amade ye ji nêz ve bi rêveberiya nû ya Îranê re bixebite

Admin H
Nivîskar
📅 08 nîsan 2026 16:31

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê peywendiyên bi Îranê re daxuyaniyên girîng dan û hişyariyeke tund da welatên ku çekan difiroşin Îranê.

Trump ragihand ku her welatê çekan bide Îranê, dê yekser ji sedî 50 baca gumrikê li ser hemû kel û pelên wan ên ku dişînin Amerîkayê were danîn û tekez kir ku di vê mijarê de tu îstîsna nayên qebûlkirin.

‘Li Îranê rejîm guherî, meyandina uranyumê bidawî bû’

Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku li Îranê guherîneke berhemdar a rejîmê pêk hatiye û êdî meyandina uranyumê bi dawî bûye; ji bo vê yekê jî ew ê hemû bermahiyên nukleerî yên binerdkirî derxin û ji holê rakin.

Trump bal kişand ser asayîbûna pêwendiyên dîplomatîk û diyar kir ku ew li ser sivikkirina ceza û bacên gumrikê bi rêvebiriya nû ya Îranê re di nava diyalogê de ne. Trump eşkere kir ku di çarçoveya plana 15 xalan de, li ser gelek xalan lihevkirin pêk hatiye û Amerîka amade ye ji nêz ve bi Îranê re bixebite.

Parve bike: