Cîhan
Kestiyeke petrolê hat revandin: Plana Îranê ya êrîsê hat pistrast kirin
PeyamaKurd – Her çiqas Îranê red kir ku wan êrîşî keştiya petrolê ya îsraîlî kiriye jî palana revandina keştiyeke din a kompaniyeke îsraîlî ya bi navê Mv Asphalt Princess li Kendava Umanê ji aliyê pasdarên Îranê ve ji aliyê îstixbarata List a Deryavaniyê ve hat piştrast kirin.
Îstixbarata Deryavaniyê ragihandiye ku keştiya tanker ber bi Kendava Hurmizê ve çûye û ne diyar e ji aliyê kê ve hatiye revandin, lê pispor ji hêzên Îranê gumanê dikin.
Hêjayî gotinê ye, Îranê êrîşa bi dronan a ser keştiya petrolê ya Îsraîlê ku pêncşema borî pêk hatibû jî red kiribû, lê Îsraîlê gefa bersidanê li Îranê xwaribû û Amerîkayê jî dabû xuyakirin ku wê di demeke guncav de bersiva êrîşa Îranê bê dayîn.