TR KU SO
FB X
Cîhan

Kim Jong danasîna noqava nukleerî kir!

Admin H
Nivîskar
📅 09 îlon 2023 01:06

PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi merasîmekê, danasîna noqavekê kir ku tê gotin, dikare çekên nukleerî jî hilgire.

Li gorî nûçeya medya dewlata Koreya Bakur, noqava nukleerî xwedî hêza tirsandinê ye û beşeke girîng a ji bernameya nukleerî ya welat e.

 Li gorî wêneyên hatine belavkirin, Kim Jong-un, ligel fermandarên xwe li ber noqaveke mezin e ku tê gotin, ew noqav xwedî karîna avêtina moşekên balîstîkî ye.

Rastiya hebûna noqava nukleerî ya Koreya Bakur hîn ji aliyê welatên zilhêzên cîhanê ve nehatiye piştrastkirin.

Parve bike: