Kirgizîstan û Çînê peyamana mayînde ya dostaniyê îmza kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Kirgizîstanê Sadir Caparov û serokê Çînê Şi Cinping ji bo têkiliyên her dû dewletan yên dostane derxin asta herî bilind peymanekî di seha bazirganî, gihandinê û projeyên enerjiyê de îmza kirin.
Serokê Çînê ji bo tevlî civîna Şanghayê ya di 1ê Êlûnê de bibe çû bajarê Bişkekê payîtexta Kirgizîstanê û li Koşka serokkomariyê ji aliyê serokê Kirgizîstanê Sadir Caparov de hat pêşwazîkirin.
Di civîna her dû terefan de Caparov got ku seredana serokê Çînê dikeve roja 35em sala serxwebûna Kirgizîstanê û ev remzekiye ji bo welatê wî. Caparov di axaftina xwe de got:
“Bi sed salaye têkiliyên dostane, cîrantiyê û baweriyê bi Çîne re heye û em girîngiyê didin xwurtkirina têkiliyan. Di dîroka me ya kurt de têkiliyên me yên hevkariyê û stratejik gihane asta herî bilind. Dikarim bêjim têkiliyên me gihaye wexta xwe ya zêrîn.”
Serokê Çînê Şi jî di axaftina xwe de behsa kêfxweşiya xwe ya bi dîtina Caparov re kir û got:
“Ez car din li Kirgizîstanê me û bûm şahidê serkeftina we û pêşdeçûna civaka Kirgizan. Cîranekî baş û weka hevkarekî stratejik yê we, dewleta Çînê bi serkeftinên we dilxweş e.”
Di hevdîtinê de li ser proja rêya hesin ya xebata Çin-Kırgızistan-Özbekistanê, ji bo başkirina deriyê Bedelê yê navbera Çînê û Kirgizîstanê û dewama avakirina rêya Barskoon-Bedelê axifîn. Eger ev projeyên navborî temam bibin, dê ji bo tora gihandina navbera Çînê û welatên Orta Asyayê, bibe korîdorekî mezin.
Her dû teref li ser seha ewlehiyê, bazirganî, aborî û hevkariya veberhênanê axifîn, ji bo di seha enerjiyê de hevkariyê bikin û di seha madenê de bi teknolijiya baş madenan derxin li hev kirin.
Piştî hevdîtinê her du serok payman stratejik ya ‘dostaniya daîmî ya cîrantî û hevkariyê ‘ îmza kirin. Di merasimê de li ser 29 belgeyên di navbera her dû terefan li hev kirin.