TR KU SO
FB X
Cîhan

Koca: “4 fîrmayên me dest bi hilberîna dermanên antiviral kirine”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tebax 2020 01:05

PeyamaKurd- Piştî civîna komîsyona zanistî ya tenduristiyê ya Tirkiyê, wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fatrettin koca derket ber çapemeniyê. Di nava ragihandinên wezîr de ev xal hene:

-4 fîrma dest bi hilberîna dermanên antiviral kirine.

-Bi rêbazeka nû ya bi navê TELETIP ê nexweş dê karibin rast e rast bi doktoran re bikevin nav têkiliyan.

-Temamê mesrefa derman ji aliyê dewletê de dê bê dayîn.

-Jimara nexweşên giran gihaye 719 nexweşan.

-Fêda xebata filyasyonê ya bi pandemiyê re gelek heye. Di her tîmekî me yê filyasyonê de doktorekî heye.

-Nivînên me yên nexweşxaneyan ku niha tijene %53.3 ne. Li Sêwas û Rihayê bo demekî pirsa Kovid-19 ê giran bû.

-Kovid-19 a ku bi rêya temasê digihê mirovan, danîna têkiliyên bi wan re, di nav 45 rojên dawiyê de %98.9 e.

-Li 10 bajaran kovid-19 kêm bûye lê li 7 bajaran têkoşîna me dewam dike.

-Wexta destpêka perwerdeya rû bi rû girînge. Di payîzê de wê zekem jî zêde bibe. Rêyên belavbûna zekemê (grip=persiv) û Kovid-19 ê heman rê ne. Divê tedbîr dewam bikin.

Rewşa giştî ya Kovid-19 ê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê weha ye:

5.969.629 test heya îro hatine kirin.

   235.108 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

       6.039 nexweş heya îro wefat kirine.

        %7.4 di nexweşan de zature heye.

          719 nexweş giran in.

   233.915 nexweş heya îro baş bûne.

     87.223 test îro hatine kirin.

       1.303 kes îro nexweş ketine.

            23 nexweş Îro wefat kirine.

       1.002 nexweş îro baş bûne.

Parve bike: