Cîhan
Koca: Reçete ji bilî Tirkî bi zimanekî din nayê nivîsandin
PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, li ser bertekên kurdan ên zêdekirina 5 zimanan li sîste e-Reçete ya dermanan û nebûna kurdî axivî.
Koca di serdana xwe ya Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun de ku di heman demê de qeyûmê şaredariyê ye, li ser nîqaşan got, "Ji bo kesên hemwelatiyên Komara Tirkiyê ne, ji be xeynî tirkî bi ti zimanekî din ne mimkune reçete bê nivîsandin. Binê vê bi taybetî xêz dikim.”
Li ser zêdekirina 5 zimanan li E-Reçetemê jî diyar kir, ew ji bo geştiyarên biyanî ye daku li welatê wan zimanê reçeteya dermanan bê fêmkirin e.