Cîhan
Konseya demkî ya Yemenê: Ji bo dewletekî federal û modern avabikin, em dixebitin
PeyamaKurd – Serokê konseya demkî ya bi desteka dewleta Îmratan Aydarus ez-Zubeydi, ragihand ku ew dixebitin da dewletekî nûjen û federal ya di nav de şer tinebe ava bikin. Konsey, di malpera xwe ya înternetî de gotinên ez-Zubeydi ragihand ku li Adenê di civînê de Pakta Netewî ya Başûr, encamên Konferansa Diyaloga Netewî ya Başûr ku îmze kiribû nirxandine û konsey dixebite da dewletekî nûjen, federal, ji şer û pevçûnan dûr ava bikin. Zubeydî her weha ragihand ku ew li ber destpêka pêvajoyekî ne.
Konseya ku ji dewleta Îmaratan destekê distîne, her dû Yemenên ku di sala 1990an de bûbûn yek û yekîtiya wan nemeşiyabû, dixwaze ji nûh de wan ji hev cuda bike.